Daxwazî û Agahdariyek
Weke gelek ji we jî agahdarin ku ez weke Bûbê Eser ji bona roman û şanoya enfal binivîsînim, di sala 2007an de ji swêdê li welatê xwe ê azad li başûrê Kurdistanê bûme mêvan. Li bajarokê Bilê bi cihê bûm. Min xebata xwe piştî seredana mezelê nemiran M.Barzanî û Î.Barzanî destpê kir. Ez nêzîkî salekê li Devera Barzan mam û xebatên xwe qedand û li swêdê vegeriyam.
Bûbê Eser
20.11.2017 | 16:57
Nêrîn Belav bike

Weke gelek ji we jî agahdarin ku ez weke Bûbê Eser ji bona roman û şanoya enfal binivîsînim, di sala 2007an de ji swêdê li welatê xwe ê azad li başûrê Kurdistanê bûme mêvan. Li bajarokê Bilê bi cihê bûm. Min xebata xwe piştî seredana mezelê nemiran M.Barzanî û Î.Barzanî destpê kir. Ez nêzîkî salekê li Devera Barzan mam û xebatên xwe qedand û li swêdê vegeriyam.

Li ser mezelê nemiran min soz da wan da ku ez bikaribin şano û romanekê li ser asasê rastiyê binivîsînim, diyarî wan û gelê xwe bikim. Şanoya Enfalê di sala 2008an de li swêd ji teref Weşanên Sara hate weşandin û belav kirin. Lê vê zêde deng neda çima nizanim?.

Ev bû tam 7 sal in ku ez li ser romana Enfalê kar dikim û min ew niha bi nave BARZAN DIGIRÎ qedand. Ev ê bi herdu elfabeya û bi herdu zaravayan li başûr kurdistanê bihata çap kirin, lê ji ber vê rewşa xerab ku rû daye mecala çapa pirtûkê li wir zehmet e. Niha li ba min bi herdu zaravayan û bi herdu elfabeyan ji bona çape amade ne.

Min bi nameyekê daxwaz ji piraniya weşanxaneyên bakurê kurdistanê kir da ku ew biweşînin. Lê weke diyare rewşa wan jî ne nebaş e. Ji ber ku kes pirtûkên bi kurdî nakirin loma hemi mesref ji kîsê wan dihare û mirov nikare tim pirtûkan bi zerar biweşîne loma ew jî bi heq in.

Her çiqasî ez li ewropa jî dijîm, lê ew îmkana min ku ez vê berhema delal biweşînim tune ye. Bi rastî jî berhemek delal e. Cara ewil e ku wê romaneke weha bê weşandin. Min di xebatên xwe de bi gelek malbatên Enfalê re hevpeyvîn, çavpêketin pirs û bersîvan ev herdu berhemên xwe ji rastiyê afirand.

Romana Enfalê min ji sala 1946 dema Komara Kurd li Mahabatê têk çû. Çûyina Barzaniyan ya sovyeta berê, jiyana wan ya wir, vegera wan ya welatê şêrîn, berxwedan û tekoşîna wan ya heta sala 1983an li ser zarê jineke Rûs ku bi pêşmêrgeyekî re zewicî bû û dema Barzanî vedigerin ew jî teva mêrê xwe tê Kurdistanê, nivîsî ye. Li gor dîtin,bihîstin û şahîdbûna Pîrê, xebata Barzaniyan ya li sovyetê û destpêka Enfalê wê gotiye min nivîsî ye. Mêrê pîrê, du kur û du zavayê wê jî hatibûn enfalkirin. Ê din hûn dikarin di romanê de bixwînin…

Daxwaza min ev e; Kesekî dewlemend, şexsiyetekî navdar, xêrwazek, partî an komeleyek an jî kî bixwazin dikarin mesrefên vê yê çapê bidin da ku ev berhema delal bê weşandin, xwendin û em weke kurd tekoşîna Barzaniyan, destpêka Enfalê û sedema wê fêr bibin.

Pirtûk nêzîkî 300 rûpelan e. Sê wêneyên bi reng tê de heye. Divê ez vê jî bêjim pêwîst ev berhem bi awayekî rind, delal û gelekî baş bê çapkirin. Loma dikare mesrefê wê hinekî zêde be. Kî/ê xwest xwe bidin ber mesrefê çapa vê, kerem bikin li gel min têkiliyên xwe deynin da ku zûtirîn demê ev bê çapkirin. Yên mesrefên wê bidin û bixwazin navê wan û spasiya xwe jî ji wan bikim, di pirtûkê de dinivîsînim.

Di vê berhemê de behsa gelek xwe û welatfiroşan tê kirin û ev li rewşa niha jî guncav  e.Loma ecele dikim da ku zû derkev e. Hê rewşa welatfiroşan germ e, em vê germayî li cemidandina yên berê bikin da ku xwefiroşî çawa ye, çi demê destpê kirî ye bidin zanîn.

Silav û rêz

Bûbê Eser

Li ser Face ya jî bi rêya E.Mailê hûn dikarin li gel min têkilîyên xwe deynin.

[email protected]

 

Heger hin bixwazin di heqê min û berhemên min de bibin xwedî agahdar dikarin pêl vê lînka jêr bikin.

http://www.saradistribution.com/bubeeser.htm

Vî nêrînê tevayî: 1049 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:47:09
Label: bube eser
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
Bûbê Eser
Nivîsên Dawî a Nivîskar
Dost di rojên teng de diyar dibin Barzaniyan çi kirin? Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!! Têgihiştin... Ji ber çi û çima Mesud Barzanî? Em û partiiyên me Barzanî û sê şoreşên talî Barzanî ne bi tenê ye!!! Kurd çima wenda dikin Mam Celal çû lê… Rastiyek ji rastiyan Referandûmê çi da me??? Rewşa Aloz û Rexne!!!! Kî Çima li dij referandûmê ne? Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikin Em Li Ku Ne! Enfal!!! Ev Şansa Kurdan ya Talî ye! Kurd û Îsraîl Dagirkirî çaw pêk tê? Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in? Em û partiyên me Kî û çima sansorê bi kar tînin? Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin? Giringî û pêwîstiya referandûmê Ziman û rewşenbîrên Akedemîk!!!! Şoreşa Gulanê Kurd û xurifandina wan Çima PKK damezrandin??? Dayikên Me! PKK Çi Dike??? Kurd dê çawa azad bibin? Em, civat û partiyên me RNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKK Serok û Serokatî Kurd çima bi ser nakevin? Rexne û Partiyên me! Barzanî û Helwestên wan PKK û êrîşkariya wan ya… Barzanî kî ne? Sûcdar kî ne??? Em Çima Dinivîsînin? Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê??? Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II) Me partiyeke çawa divê??? Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2) Çi çû çi hat û PKK ji ku hat??? Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK??? Muxalefet Çi Ye? Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... PKK Tu Caran Naqede!!! Partiyên me çi dikin??? PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! Firseta zêrîn ji dest dihare Pêşeroja me û PKK!! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Dîrok, bîranîn û PKK Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Sê xeterên kurdan yên sereke PKK çawa dest pê kir? Analîzeke kurt li ser PKK
x