Têgihiştin...
Ez weha bawerim ku me kurdan heta niha ev jî weke gelek meseleyên din şaş fêm kirîye. Yan jî me ne xwestiyê wê fêm bikin. Ji ber ku me ev weke hatibe xwestin, pêk neanînin.
Bûbê Eser
17.11.2017 | 11:19
Nêrîn Belav bike

Têgihiştin têgeheke weha ye ku dema mirov tiştek fêm kir, şirovekir û ew ji bona başiyê bi kar anî, mirovê têbigihêje ku ew fêda xwe ji mirov û mirovantiyê re heye. Loma jî di jiyana mirovantiyê de têgihiştin, roleke asasî û sereke dilîze.

Dema tu di meselekê de têgihişt, wê demê tê bikaribe wê têhitştina xwe bi awayekî baş ku mirov jê fêdê bibîne têxe jiyanê. Loma jî berî ku mirov problemekê çareser bike, hin astengî û aloziyan rake, divê berê ew tişt baş bê fêm kirinê da ku mirov ji bona çareseriya wê, têbigihêje  ku mirov bikaribe wê çareser bike. Têgihiştin jî ji bona her kesan ne weke hev e.

Loma jî her kesek li gor têgihiştina xwe dixwaze di jiyanê de hin tiştan dikin ango probelemên heyî li gor wê çaraser bike. Ji ber vê yekê ye ku gelek caran, hin dixwazin wê ji bona xwe bi kar bîne, an jî wê weke ew jê fêm dike, bi kar tînin. Lê divê bê zanîn ku têgihiştina meselan divê li gor rastiya wê bê şirovekirin û çareserkirin. Ne ku li gor min, wî, wan çawa fêm kir, hinan çawa gotin ango ji bona min çawa be, ez ê weha bikin.

Ez weha bawerim ku me kurdan heta niha ev jî weke gelek meseleyên din şaş fêm kirîye. Yan jî me ne xwestiyê wê fêm bikin. Ji ber ku me ev weke hatibe xwestin, pêk neanînin. Me çawa fêm kiribe, em dixwazin li gor wê fêmkirina teng, meseleyên girîng çaraser bikin. Ji ber vê ye ku gelek caran ji dêlva çareseriyê di kar û barê me de, di gelek meseleyên me de jî tevlihevî çê dibe. Ji bilî tevliheviyan, tiştên şaş û çewt têne kirin.

Lewra jî gelek ji rewşenbîr û siyasetmedarên  me, hin caran weha li ser hin mijar û kesan biryar didin ku qet hay û baya wan ji rastiya wê tune ye. Lê li gor bihîstine û çawa hin xêrnexwazan gotinin, li gor wê jî dîtinên xwe dibêjin ango biryara xwe didin. Di rewşên weha de nerastî û nexweşî derdikeve holê. Ev jî ji bona hin kesên me dibe sergêjî ku hêdî hêdî ji baweriyên xwe qels dibin. 

Loma divê herkesên siyasî û bi siyasetê ve mejûl in, zor agahdarî vê bin. Ji ber ku gelek ji ber meseleyên xwe ê şexsî dikare bi gotin û nivîsên xwe hinan gunehkar bikin da ku karê wan nere serî.

Dema kar bi tenê li gor hin agahdariyan bibe, ev ê bi xwe re gelek şaşî û çewtiyan jî bîne. A girîng ew e ku siyasetmedarên me, xwedî hêz û partiyên me divê di vê darbarê de gelekî haydar bin da ku hinan neêşînin.

Çi dema li ser hinan, hin tiştên ji aliyê hinên din hat gotin, divê ew li gor gotina wana nebe xwedî biryar. Ew kesên têne gunehkarkirin divê lêkolîn li ser wan bibe, dûre jî berpirsê meselê bibin xwedî biryar. Çima min ev got?

Ji ber ku bêtirên kurdan ji hev hez nakin. Hin henin çêya heval, dost û brayê xwe naxwazin. Hin naxwazin hinên din ji wan pêştetir be. Loma gelek caran kesên weha di derheqê wan mirovên bi rastî jî karê ji dil dikin, boxtanan dikin, li ser navê wan, nerastiyê dibêjin. Helbet dikarin bêjin. Lê dive kesên xwedî desthilat ango berpirs tenê li gor gotinên wan tevnegerin an nebin xwedî biryarên li gor wan gotinan ango boxtanan.

Çi dema gotin di derheqê hinan da hate kirin, dive lêkolîn bibe da ku ew gotin rast e an ne.  Gelek caran kurdan ango partiyên siyasî û hin berpirsan li gor gotênin hinên ne durust kadirên hêja û delal, nivîskarên rind û pak wenda dikin.

Ji ber vê ez dibêjim; Têgihiştina meselan, çareserkirina probeleman, fêmkirin û nasîna hinan bi lêkolîneke rast û durust dibe. Loma biryara piştî têgihiştinek rast, dê kesan bi neheqî neêşîne…

Vî nêrînê tevayî: 888 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:42:24
Label: bube eser
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
Bûbê Eser
Nivîsên Dawî a Nivîskar
Dost di rojên teng de diyar dibin Barzaniyan çi kirin? Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!! Daxwazî û Agahdariyek Ji ber çi û çima Mesud Barzanî? Em û partiiyên me Barzanî û sê şoreşên talî Barzanî ne bi tenê ye!!! Kurd çima wenda dikin Mam Celal çû lê… Rastiyek ji rastiyan Referandûmê çi da me??? Rewşa Aloz û Rexne!!!! Kî Çima li dij referandûmê ne? Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikin Em Li Ku Ne! Enfal!!! Ev Şansa Kurdan ya Talî ye! Kurd û Îsraîl Dagirkirî çaw pêk tê? Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in? Em û partiyên me Kî û çima sansorê bi kar tînin? Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin? Giringî û pêwîstiya referandûmê Ziman û rewşenbîrên Akedemîk!!!! Şoreşa Gulanê Kurd û xurifandina wan Çima PKK damezrandin??? Dayikên Me! PKK Çi Dike??? Kurd dê çawa azad bibin? Em, civat û partiyên me RNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKK Serok û Serokatî Kurd çima bi ser nakevin? Rexne û Partiyên me! Barzanî û Helwestên wan PKK û êrîşkariya wan ya… Barzanî kî ne? Sûcdar kî ne??? Em Çima Dinivîsînin? Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê??? Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II) Me partiyeke çawa divê??? Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2) Çi çû çi hat û PKK ji ku hat??? Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK??? Muxalefet Çi Ye? Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... PKK Tu Caran Naqede!!! Partiyên me çi dikin??? PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! Firseta zêrîn ji dest dihare Pêşeroja me û PKK!! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Dîrok, bîranîn û PKK Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Sê xeterên kurdan yên sereke PKK çawa dest pê kir? Analîzeke kurt li ser PKK
x