Nêçîrvan Barzanî, biryara dadgeha Federalî yekalî ye...
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê derbarê biryara Dadgeha Federal a Iraqê de diaxive û diyar kir ku divê hemû madeyên destûrê werin cîbicîkirin û Bexda destûrê bin pê dike.
20.11.2017, Pts - 14:11
Nuçe Belav bike

Barzanî li Hewlêrê derbarê biryarê de civîneke rojnamevanî li dar xist. Tiştên sereke yên axiftina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wiha ne:

  • Amerîka dixwaze Kurdistan di çarçoveya Iraqê de bihêz be.
  • Iraqê pabendî bi destûra bingehîn nebûye.
  • Eger Iraqê referandûm cî bi cî bikira, me referandûm nedikir.
  • Divê Bexda hemû xalên destûrê cî bi cî bike.
  • Ti pirsgirêka me bi destûrê re nîne. Bexda, bi tenê madeyên di berjewemdiyî wî de bicih dike. 
  • Em vê hefteyê li gel aliyên siyasî bicivin.
  • Biryara Dadgeha Federal yekalî ye. Bêyî nûnerên Herêma Kurdistanê biryar daye
  • Me behsa hilweşandina referandûmê nekiriye. Me tenê behsa ravekirina madeya yekê kiriye.
  • Eger Bexda dixwaze muçeyan bide, em amade ne hemû hevkariyê bidin.
  • Çend civîn di navbera Hêzên pêşmerge û Hêzên Iraqê de pêk hatine daku şer çênebe.
  • Mafê gelê kurd di destûra bingehîn de hatiye diyarkirin. Ti qanûn nikare wê yekê ji holê rake.
  • Em dê vê rewşa zehmet jî derbas bikin. Divê em yekgirtî bin.
  • Zû yan dereng, em ê bigihêjin mafên xwe.
  • Divê me em weke milet û aliyên siyasî li ser hinek prensiban li hev bikin.
  • Dema derfet çê bibe em dixwazin serdana Tirkiyê bikin.
  • Rawestandina geştên asmanî binpêkirina mafên mirovî ye.
  • Kêşeyên heyî ji bi metodên leşkerî nayên çareserkirin divê bi siyasetê werin çareserkirin.
  • Divê 17% ji budçeyê bo Herêma Kurdistanê were dayîn.

 

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 148 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:44:58
Label: nêçîrvan barzanî, dadgeha federalî, iraq, referandûm, kurdistan
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x