Di şewata Stebolê de 3 zarokên Kurd jiyana xwe ji dest da
Li taxa Tarlabaşi ya Beyogluya Stenbolê di şewatê de 3 zarokên Kurd jiyana xwe ji dest da.
18.03.2017, Cts - 18:36
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeyan li Tarlabaşiya navçeya Beyoglu ya Stenbolê di avahiyekê de şewat derket.

Li gorî zanyariyên berdest, di şewata avahiya navçeya Bdeyogluyê de 3 zarokên Kurd jiyana xwe ji dest dan.

Sê zarokên bi navê Îsa Şahîn 5 salî, Evdirehman Şahîn 4 salî û Vedat Şahîn 2 salî di malê de razayî bûne û jiyana xwe ji dest dane

Li gorî gotina cîranan agir jiber sedema sobê derketiye. Navê bavê zarokan Remezan Şahîn e û xelkê Kerborana Mêrdînê ye. 

 

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 428 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:13:52
Label: şewat, stenbol, merdin, zarok
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x